top of page

TİRS

Ev nêrîn ne yên awirê te ne

Derya û çîya ne tê de ne

Bajarekî sar û gemar

Dibînim diqerisim

Ev tîp ne ji hevokên te ne

Vana gewr û gilover in

Ev hêrs ne ji kerbên te ne

 

Pir lawaz û neçar î

tu difetisî

Çawa dibe hîn digevizî

Çavan veke delalê

tu diqerisî

Çawa dibe

hîn digevizî

 

Tu di labîrenta mêr de

Li nav dîwarên bilind stûr

Çend serdem e ker î û kor

Te ne hêz e û jixwe ne rê ye

 

Piştî tu radest bûyî me roj nedî

Çav çavan nabîne êdî

Man hestî û pîst

rûmet êdî

 

Nekeve rîya çareserîyan

Xaçepirs bi lêhb e

qet rê nebû Ev çerxa mêr e

çi digire dihêre

Jîyanê jî pê re

qet rê nebû

 

Piştî tu radest bûyî me roj nedî

Çav çavan nabîne êdî

Man hestî û pîst

rûmet êdî

Derz bû mirovahîya me jî

Ji bêrîkê dixwe êdî

Deng nayê û çok dide êdî

bottom of page