
Harûn Elkî 1975an de li navçeya Elkê (Beytûşşebab) ya girêdayê Şirnexê ji dayîk bû. Dibistana seretayî,navîn û lîse li Elkê xilas kir. Jiyana xwe wî muzîkê ya profesyonel sala 1997an li Navenda ÇandaMezopotamya (NÇM) ya Edenê dest pê kir û heman salê de koma rocka Kurdî ya bi navê Rewşen avakir û div ê komê de solîstî kir. Rewşenê albûma xwe ya yekemin bi navê “Asê” 2002an de dersixt ûalbûma duyem jî 2005an de bi navê “Pola Nû” derxist. Di 13 salên tije yên bi tecrûbeya sehneyênnavwelat û derveyî welat de gelek konser û çalakîyan de derket pêşîya guhdarên xwe. Piştî 2011an dekoma Rewşen belav bû Harûn Elkî ji Edeneyê koçî Stenbolê kir û li vir cih bû. Piştî belavbûna komê Elkîjîyana xwe ya muzîkê solo berdewam kir û ket nav pêvajoyeke din a afirînerîyê. Di karîyera xwe yasolo ya muzîkê de du single ji Pasaj Muzîkê derxistin, 2016an “Tutunma” (Xwegirtin) û 2017an de jî“Sus” (Hiş) derket. 2019an de jî ji Red Muzîkê “Seyrana Gula”, 2020an bi Mesut Marangoz re dûetekbi navê “Karwan” derxist. Herî dawî di Berfanbara 2020an de ji Red Muzîkê albûmekî ji 10 berhemanpêk tê ku 9 stran bi Kurdî û yek jî bi Tirkî bû, bi navê “Rev” derxist û albûma xwe ya solo pêşkêşîguhdaran kir. Elkî vîdyoya yekem ya albûmê ji strana “Xengîlok” û ya duyem jî ji strana “Miskin” rekişand.